Li Gimgimê jinan panel li dar xist
- 16:20 17 Mijdar 2019
- Rojane
MUŞ - Di çarçoveya 25'ê mijdarê li navçeya Gimgimê panêl hat lidarxistin.
Di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Hemberî Jinan bi tevlîbûna Parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Şevîn Coşkun,Muazzez Orhan,hevşaredara navçeya Servaê ya ku li cihê wê qeyûm hatiye tayinkirin Caziye Duman û Meclîsa Jinên HDP'ê li avahiya navçeya HDP'ê ya Gimgimê panêl hate lidarxistin. Di panelê de pankarta bi dirûşma "Em li dijî tundiya mêr û dewletê serî hildidîn" hate vekirin. Panel bindeqeyek rêzgirtinê hate destpêkirin.
Di panelê de pirsgirîkên civakî û tundiya li ser jinê hate nîqaşkirin. Piştî nîqaşên jinan panêl bi dirûşmên "Jin Jiyan azadî"bi dawî bû.