Ronameger bê sebeb di bin çavan de mane
- 14:55 17 Mijdar 2019
- Rojane
MÊRDÎN - 20'ê Tebaxê dema rêveber û endamên HDP'ê li dijî tayînkirina Qeyûm a Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê çalakî li dar xistin, polîsan 5 rojnamegerên nûçe dişopandin, hefteyekê binçavkirin û piştre serbest berdan. Dozgeriya komarê têkildarî binçavkirina rojnamegeran a bê sebeb pêdivî bi lêpirsînê nedît.
Li Mêrdînê di 20’ê tebaxê de dema çalakiyên şermezarkirina tayînkirina qeyûm pêk dihat nûçegihanên ajansa me Mehmet Şah Oruç û Ahmet Kanbal, nûçegihana JinNewsê Rojda Aydin, rojnameger Nurcan Yalçin û Halîme Parlak ji aliyê polîsan ve hatibûn binçavkirin. Her 5 rojnamger 7 rojan li Miduriyeta Polîsan a Mêrdînê man û piştre hatin berdan. Piştî 7 rojan nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Ahmet kanbal û Mehmet Şah Orûç û nûçegihana me Rojda Aydin û rojnamevan Nûrcan Yalçin û Halîme Parlak ku di 20'ê Tebaxê de hatin binçavkirin, piştî îfadeya li Midûriyeta Emniyetê ya Mêrdînê hatin berdan.
Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê ku der barê 5 jê rojnameger bi giştî 8 kesan de bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê ne" lêpirsîna dabû destpêkirin bi dawî kir. Dozgeriyê, pişti lêpirsînê der barê 8 kesan de biryara "Pêwistî bi lêpirsînê tune" da.