Jinan 'Daristana Jiyanê ya Jinan' ava kirin

  • 14:13 17 Mijdar 2019
  • Rojane
AMED - Di pêşengiya Şaredariya Sûrê de jinan bi mınasebeta 25'ê Mijdarê çalekiya darçandinê pêkanîn. Di çalakiyê de Ruşen Tayfun axivî û wiha got: "Di salekê de 392 jin hatin qetilkirin. Her şitlek nîşaneya jiyana wan jinan e.
 
Şaredariya Surê bi minasebeta Roja 25'ê Mijdarê Roja Têkoşînan li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Navneteweyî çalekiya dar çandinê pêk anî. Çalekî bi tevilbuna Komeleya Jinan a Rozayê, Tevgera Jinên Azad (TJA) û endamên Meclısa jinan a şaredariya Surê li Gundê Tileloyê yê girêdayî Navçeya Surê pêk hat. Jinan şitlên darên ku çandin bi qurdeleyên Mor girêdan û navê qada ku dar lê çandin kirin "Daristana Jiyanê a Jinan.” Di çalakiyê de Endama Meclisa Şaredariya Sûrê Ruşen Tayfûn axivî û sedema çalakiyê wiha vegot; “Em ê serhildana xwe ya li hember qetlîaman biçînin û nîşana wê jî 392 şitlên ku me çandin e.”
 
 'Li şuna her qetlîamê fîdanek'
 
Rûşenê bal kişand ser qetilkirina jinan û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê de wekî ku çalekiyên jinan berdewam dikin, me jî di wê çarçoveyê de çalekiya dar çandinê pêkanî. Li got jimara Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin,  ji 25'ê Mijdara 2018'an heta roja îro 390 jin ji aliyê mêran ve hatine qetilkirin. Me weke nişane li Gundê Tileloyê qadek ji bo ‘Daristana Jiyanê ya Jinan’ veqetand û armanca me ew e ku weke nişane bi 390 şitlan em jinên hatine qetilkin bidin jiyîn. Em ê li hember tundiyê li her qadê têkoşîna xwe bidin berdewamkirin û wê têkoşîna me ji her carê zêdetir be.”