Şêniyên Ebêxê: Ji gel bace tê standin lê xizmet nayê dayîn

  • 09:03 17 Mijdar 2019
  • Rojane
WAN - Di hilbijartina 31'ê adarê de HDP li Ebêxê bi ser ket, lê bi hinceta ku hevşaredar bi KHK'yê hatiye îxraçkirin AKP'yî tayînî şaredariyê kirin. Şêniyên navçeyê da zanîn ku 8 meh in li navçeyê xizmetek nehatiye dayîn û pirsgirêkên gundiyan nayên guhdarkirin. 
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li navçeya Ebêxa Wanê di hilbijartina herêmî ya 31'ê adarê de ji sedî 53 deng girt û şaredariyê bi dest xist. Ligel ji sedî 53 deng girt û Leyla Atsak wekî hevşaredar hat hilbijartin, bi hinceta ku KHK'yê hatiye îxraçkirin mazbata nedan wê. Li şûna Leyla Atsak, Şefîk Ensarî yê AKP'ê di hilbijartinê de di rêza duyem de bû wekî şaredar tayînê Şaredariya Ebêxê kirin. Şêniyên Çaldiranê diyar kirin ku 8 meh in tu xizmet nehatiye dayîn. 
 
'Bacê tê standin lê xizmet nayê dayîn'
 
Şêniyên gundê Selexaneyê da zanîn ku çopên gund nayên kom kirin û pirsgirêkên gund nayên çareserkirin. Jina bi navê Zehra Umdun, diyar kir ku li gund pirsgirêkên wekî ceyran û çûnhatinê hene û wiha got: "Ji gel bacê tê standin lê xizmet nayê dayîn. Divê şaredarî berpirsiyariya xwe bîne cih û xizmetê bike. Lê heta niha xizmetek nehatiye gund."
 
'Xizmet hatin qutkirin'
 
Zeynep Seçen jî diyar kir ku di dema Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) de xizmet dihat kirin û wiha bilêv kir: "Piştî qeyûm hat xizmet jî hatin qutkirin. Şaredariyên AKP'ê ji bo gel tiştek jî nakin. Bi taybetî em ji nekomkirina çopan bi gazincin, herî zêde di meha havînê de nekomkirina çopan ji bo gundiyan bi pirsgirêk e. Şûna ku şaredarî çopêr kombûyî kom bike, em kom dikin."
 
'Pirsgirêk nayên çareserkirin'
 
Sevda Seçen jî wekî jinên din gazincên xwe anîn ziman û bal kişand ser neguhdarkirina pirsgirêkên gundiyan û wiha axivî: "Em xwe nagihînin keyayan jî. Kes me guhdar nake. Divê pirsgirêkên me bên çareserkirin."