Ji do heta îro Platforma Jinê ya Enqereyê: Em di bin bandora hevdu de man

  • 09:02 17 Mijdar 2019
  • Rojane
Dilan Babat
 
ENQERE - Platforma Jinê ya Enqereyê ji 2006'an heta îro torek girîng a rêxistinê ye. Jinan di nava vê platformê de 13 salan têkoşiyan. Ji damezrînerên platformê Latife Kahya Demirci anî ziman ku bi saya Platforma Jinê ya Enqereyê jin hatine gel hevdu û wiha got:"Bi saya platformê astengiya li pêşiya hatina gel hevdu rabû."
 
Platforma Jinê ya Enqereyê di 2005'an de bi hatina gel hevdu ya 4 jinî hat damezrandin. Her ku çû mezin bû û endamên sendîkayan, sosyalîstan, siyasetmedaran, jinên di nava tevgera Kurd de, xwendekaran, femînîstan, aktivîstên LGBTÎ di nav de cihê xwe girtin. Platformê di 2006'an de damezrandina xwe îlan kir. Ev platform her bûye bersiva li dijî çewisandina jinan. 
 
Ji damezrînerên platformê Latife Kahya Demirci pêvajoya avakirina platformê û di nava 13 salan de karên ku hatine kirin rave kir. 
 
'Me li ser tiştên ku em ê bikin bi awayekî dirêj nîqaş kir'
 
Latîfeyê bi lêv kir ku berî avakirina Platforma Jinê ya Enqereyê, 'Platforma Jinê ya Aştiyê' hebû û wiha got:"Me li ser tiştên ku em ê bikin bi awayekî dirêj nîqaş kir. Piştî nîqaşên dûdirêj me di 2006'an de me Platforma Jinê ya Enqereyê ava kir. Di 2005'an de me biryar dabû lê me bi awayekî fermî îlan nekiribû. Berî em platfomê bi awayekî fermî îlan bikin me çalakiya xwe ya yekem li ber Girtîgeha Tîpa F a Sîncanê li ser nîşandana berteka li dijî binçavkirinan çêkir.Tevî astengiya polîsan dengê me gihaştibû jinên girtî."
 
'Me her dem gotina xwe kir'
 
Latifeyê wiha dewam kir:"Ji ber ku eleqeyek mezin ji bo platformê hebû vê yekê me kêfxweş dikir. Em jî ji ber çalakiyên ku me dikir dihatin binçavkirin. Di serdema rewşa awarte de çalakiyên me kêm bûn lê em tenê ji bo 8'ê Adarê û 25'ê Mijdarê nedihatin gel hevdu. Em ji bo hemû pirsgirêkên jinan dihatin gel hevdu. 
 
'Em di bin bandora hevdu de diman'
 
Latifeyê bi lêv kir ku beşdarbûna saziyan û femînîstan a nav platforma wan gelekî girîg e û wiha got:"Di 8'ê Adarê de em ber bi Balyozxaneya Emerîkayê ketin rê û em meşiyan. Jin hatin gel hevdu û li dijî zihniyeta baviksalarî bûn yek. Ev rewşek girîng bû. Em di bin bandora hevdu de diman. Ji bo em mafê xwe biparêzin em her li kolanan e. Heta ku em mafên xwe bi dest bixin em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em di 25'ê Mijdara 2019'an de dîsa li qadan bin."