Ciwanên Şoreşger berxwedana QSD’ê silav kirin

  • 08:54 17 Mijdar 2019
  • Rojane
HESEKÊ - Ciwanên Şoreşger ên Bajarê Hesekê daketin qadan, êrîşên dewleta tirk li ser herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û piştgiriya xwe bi QSD’ê re nîşan dan.
 
Îro bi dehan Ciwanên Şoreşger ên Bajarê Hesekê bi meşek girseyî piştgirî dan şervanên QSD’ê. Meşvên li taxa Miftî kom bûn,  meşa xwe dan destpêkirin.  Meşvan alên QSD, PYD'ê, pankartên bi nivîsa "Bijî berxwedana QSD’ê", "Axa Bakûr û Rojhilatê Sûriyê dê bibe gora DAIŞ’ê" hilgirtin û dirûşmê silavkirina Berxwedana Rûmetê, Hêzên Sûriya Demokartîk beriz kirin. Ciwan ji taxa Sûka Miftî meşiyan meşa xwe li ber Navenda Çand û Hunerê veguherandin mitîngê.
 
Piştî deqeyek rêzgirtinê, Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Sabir Hisên li ser navê girseyê berxwedana QSD’ê silav kir û teqez kir ku êrîşên dewleta tirk li ser herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê bi armanca qirkirina gelê herêmê ne û dê QSD’ê rê nede dagirkeriya dewleta tirk û qirkirina gelan.
 
Meş bi dirûşma “Berxwedan jiyane riya mezlûm doxan e" bi dawî bû.