Koalîsyona di Rojnamegeriyê de Jin: Em girtina Melîke û Rûkenê şermezar dikin

  • 17:05 16 Mijdar 2019
  • Rojane
ENQERE - Koalîsyona di Rojnamegeriyê de Jin (The Coalition For Women In Journalism), bi daxuyaniyekê girtina nûçegihana me Melîke Aydin û nûçegîhana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Rûken Demîr şermezar kir.
 
Koma piştevaniyê ya rojnamegerên jin a gerdûnî Koalîsyona di Rojnamegeriyê de Jin (The Coalition For Women In Journalism), têkildarî girtina nûçegihana me Melîke Aydin û nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Rûken Demîr daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniya bi ser navê "Em girtina rojnameger Rûken Demîr û Melîke Aydin şermezar dikin" hat weşandin de sînordarkirina rojnamegeriyê ku rojnamegerên jin para xwe ji digirin hat şermezarkirin û pêkanîn azadiya ramanê hat xwestin. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Ji ber binçavkirin û girtina nûçegîhana Ajansa Mezopotamyayê Rûken Demîr û nûçegîhana Jin Newsê Melîke Aydin, em matmayî man. Em ji rayedaran daxwaz dikin ku demildest hempîşeyên me berdin. 
 
Polîsan bi ser mala Melîke ya li navçeya Konakê ya Îzmîrê de girt û binçav kirine û birine Midûriyeta Polîsan a Îzmîrê. Melîke destê wê bi paş de kelemçekirî birine, telefon û ekîpmanên wê yên rojnamegeriyê hemû desteser kirine. Di saetên serê sibehê de bi ser mala Rûken ya li Îzmîrê de girtine û wê jî destê wê bi paş de kelemçekirî birine Midûriyeta Polîsan a Îzmîrê. Heta 24 saetan hevdîtina wan a bi parêzerên wan re hatiye qedexekirin û derbarê dosyayên wan de biryara nepeniyê hatiye derxistin. 
 
Koalîsyona di Rojnamegeriyê de Jin, azadiya çapameniyê ya Tirkiyeyê ji nêz ve dişopîne û sînordarkirina rojnamegeriyê ku rojnamegerên jin para xwe ji digirin şermezar dike û bang li rayedarên tirk dike ku azadiya ramanê pêk bîne."