Li Şirnexê jin ji bo 25'ê Mijdarê hatin gel hev

  • 16:49 16 Mijdar 2019
  • Rojane
ŞIRNEX - Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Şirnexê di çarçoveya 25'ê Mijdarê de bi jinên bajar re hatin gel hev.
 
Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan a (HDP) ya Şirnexê di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Şîdeta Li Hemberî Jinê de li Avahiya HDP'ê ya Bajar bi jinan re hat gel hev. Hevseroka HDP'ê ya Şirnexê Zeynep Ûnat di çalakiyê de axaftineke kir. 
 
Zeynep, di axaftina xwe de bal kişand ser şîdeta li hemberî jin. Her wiha endama Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Zelal Yerlîkaya jî diyar kir ku her ku diçe dengê jinan li dijî şîdetê bilind dibe û got ku dê têkoşîna xwe ya li dijî şîdetê mezin bikin. 
 
Çalakî, bi pêşandana sînevîzyonê ya bi mijara şîdeta li ser jinê berdewam kir.