Li Amedê aqûbeta windayan hat pirsîn

  • 16:09 16 Mijdar 2019
  • Rojane
AMED - Nûnerên ÎHD'ê û xizmên windayan yên Amedê aqûbeta windayan pirsîn û gotin: "Bûyerên ku pêk tên li gorî hiqûqê, baweriya olî, pîvanên civakê û nirxên mirovahiyê nayên qebûlkirin." 
  
Xizmên windayan û rêveberên ÎHD'ê ji bo winda bên dîtin kujer bên darizandin di hefteya 562’an de li pêş Şaxa ÎHD'a Amedê kom bûn. Xizmên windayan di çalakiyê de pankarta "Bila winda bên dîtin bila faîl bên darizanidin" vekerin û wêneyên windayan rakirin. Di çalakiyê de Serokê CHP'ê yê Amedê Mehmet Sayin û gelek parazvanên mafên mirovan amade bûn. 
 
Sekretera Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Yuksel Acer, anî ziman ku mafê jiyanê mafê herî bingehîn ê mafê mirovan e û wiha got: "Bûyerên dibin sedema şerme didomin. 82 sal berê li Dersîmê, ji salên 1990’an heta niha hêj didome. Ev şerm hêj didome. Îhlala mafê jyanê hêj didome. Hêj cenazeyan nadin malbatan."
 
'82 sal li ser komkujiya Dêrsimê re derbas bû'
 
Yuksel, destnîşan kir ku bûyerên pêk tên li gorî bawerî, hiqûq û wicdan jî nayê qebûlkirin û wiha got: "Ev tiştên pêk hatine li gorî hiqûqê, baweriya olî, pîvanên civakê û nirxên mirovahiyê nayên qebûlkirin. Hemû sedema şermê ne. Em van tu carî qebûl nakin. Dema Seyit Riza darvekirin, berî darvekirinê got: ‘Eyb e, şerm e, cînayet e" 82 sal di ser komkujiya Dêrsimê re derbas bû. Em wan bi hurmetî bibîr tînin. 
 
'Bi rojan di binçavan de ma'
 
Piştre aqûbeta Alî Tekdag ê di sala 1994'an de li Amedê hat revandin û windakirin pirsîn. Xwişka Tekdag Îffet Mutaş, anî ziman ku birayê wê bi rojan di binçavan de ma û wiha got: "Ji ber îşkenceyê birayê min derûniya wî xera bûbû. Ji ber vê yakê şandin Nexweşxaneya Sînîr û Ruh a Xarpêtê. Endamekî JÎTEM'ê der barê Tekdag de li xwe mikur hat û got 'Bijîşk jêre got çi di hundirê te de hebe bêje. Tu nebêje tu yê bêtir xerab bibe.' Endamê JİTEM'ê hemû tişta hatiye serê birayê min û çawa hatiye kuştin ji rojnameyekê re got. Piştre ji holê winda bû. Gotin Tekdag li navbera Amed û Farqînê li cihekî defin kirine. Dewlet dizane, lê cihê wî nîşanî me nade."
 
Piştî axaftinan 5 deqîqeya çalakiya rûniştinê pêk anîn û dawî li çalakiyê anîn.