Midûra Nûçeyan a Ajansa me Safiye dê xelata rojnamegeriya navneteweyî bigire

  • 16:08 16 Mijdar 2019
  • Rojane
STENBOL - Rojnamegera Îtalî di sala 2001'an de ji ber êrîşa El Kaîde jiyana xwe ji dest dabû. Ji bo rojnameger Marîa Grazia Cutulî her sal xelata rojnamegeriya navneteweyî tê dayîn û îsal jî dê xelata rojnamegeriyê bidin midûra nûçeyan a ajansa me Safiye Alagaş.  
  
Li Afganîstanê di 19'ê cotmehê sala 2001'an de di encama êrîşa El Kaîde de nûçegîhan Rojnameya Corriere Della Sera, Marîa Grazîa Cutulî jiyana xwe ji dest dabû. Ji bo biranîna wê her sal xelatên rojnamegeriyê tê dayîn û îsal jî xelata rojnamegeriyê dê bidin midûra nûçeyan a ajansa me Safiye Alagaş. 
 
Xelat ji hêla Koma RCS'ê ye ku weşangeriyê dike ve tê dayîn. 15 sal in xelat tê dayîn. Merasîma xelatê dê li ser gora Marîayê, ya bajaroka Santa Venerîna ya Catanîa ya girava Sîcîlyayê bê lidarxistin. Xelata Safiyeyê dê li vir bê dayîn.