Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandan didomin

  • 15:15 16 Mijdar 2019
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandanên li dijî zamkirina benzînê berdewam dikin. Li gelek bajaran xwepêşanderan bi wesayîtan rê girtin.
 
Li şevê din ve gelên Îranê û xelkê Rojhilatê Kurdistanê li dijî siyaseta aboriya Îranê û zamkirina benzînê dest bi xwepêşandanan kirine û heta niha jî berdewam dike.
Li gorî dîmenên ku li ser torên civakî tên parvekirin, Kurdên Rojhilatê Kurdistanê li Urmiye, Kirmaşan, Îlam, Selmas, Seqiz, Bane, Kamyaran, Merîwan, Sine, Şaban, Serpêl Zahaw, Gîlan, Ciwanro, Kudeşt, Dirud, Xorimawa  û Loristanê daketine daqan û li dijî dewleta Îranê û bi taybet zamkirina benzînê xwepêşandanê dikin. Di xwepêşanan de dirûşmeyên weke, "Ji dîktaroran re mirin" û "Dest ji Sûriyeyê berde, me bihizre" hatin berzkirin. 
 
Her wiha li bajarên Îranê û li başûrê Îranê, Xuresan, Xuzistan, Azerbeycan, Şîmalî Îran, Beluçistan, navenda Îranê û paytext Tehranê xelk li qadane û wesayîtên xwe rawestandine. Riyên di nava bajêr girtine. Di çalakiyan de li dijî hikûmeta Îranê dirûşmeya "Mirin ji dîktatoran re" û "Ne Xeza û ne Lubnan, canê me fedayî Îranê" berz dikin û  nerazîbûnên xwe tînin ziman.
 
Li gorî zanyartiyên tên parvekirin ji derveyî kesê ku li Sîrcan jiyana xwe ji dest dayî û 6 kesên birîndar bûyîn, heta niha gelek kesên din jî birîndar bûne. Li gorî çavkaniyên herêmî, li Qada Azadî ya Kirmaşanê hêzên ewlehiyê li dijî xwepêşanderan gaza îsotê û ava şîd bikaranîn û li çend bajaran jî mûdaxeleyî xwepêşanderan kirine.
 
Rêveberiya Îranê civiya
 
Rêveberiya Îranê piştî xwepêşandanan civiyan. Her kudiçe xwepêşandan berfireh dibin. Serokkomarê Îranê Hesen Ruhanî, serokê parlamentoya Îranê Elî Laricanî û serokê dezgeha Dada Îranê Îbrahîm Reîsî li ser xwepêşdananên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê yên li dijî bilindbûna nirxê benzînê destpêkirîn, civiyan. Li ser encama civînê heya niha ti daxuyaniyek nehatiye dayîn.