Li bajarê Qamişloyê berxwedêrên rûmetê hatin oxir kirin

  • 14:03 16 Mijdar 2019
  • Rojane
QAMIŞLO - Şêniyên bajarê Qamişlo 5 berxwedêrên rûmetê bi merasimekê girseyî li goristan şehîd Delîl Saroxan oxir kirin.
 
Şêniyên bajarê Qamişlo 5 berxwedêrên rûmetê yek jî ya teqîna Qamişloyê jiyana xwe ji dest dabû, bi merasimekê girseyî li goristana şehîd Delîl Saroxan oxir kirin. Di merasîmê  de bi sedan şêniyên Qamişlo sazî û dezgehên sivîl amadebûn. Merasîm bi deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê des pê kir. 
 
Li ser navê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Xerîb Hiso axivî û ji malbatên şehîdan re sersaxî xwest û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Bi sedan zarokên me bi oxira axê xwe canê xwe feda dikin û di çeperên şer de li ber xwe didin. Em hemû şehîdan bi bîr tînin û soza şopandina rêya wan didin. Gelê me qehremanin, rojane li ser piyanin û zarokên xwe bi destê xwe dispêrin axê. Îro jî hemû gelê me zarokên xwe ji bo axê xwe feda dikin. Di vê şerê berxwedana rûmetê de bandoriyek xwe yê wijdanî li mirovatiyê kir. Dê soza şopandin têkoşîn û berxwedana xeta şehîdan be."
 
Piştî nasnameya berxwedêran hat eşkerekirin bi dirûşmeya "Şehîd namirin" û tilîliyên dayikan spartin axê.