Odeya Bazirganî ya Hesekê kel û pelên Tirkiyeyê boykot kir

  • 13:47 16 Mijdar 2019
  • Rojane
HESEKÊ - Odeya Bazirganî ya bajarê Hesekê ji bo boykotkirina kel û pelên tirkiyê daxuyanî da û got: "Em bang li tevahî gelan dikin ku kel û pelên Tirkiyeyê boykot bikin. Eger em boykot nekin, em ê piştgirî bidin aboriya Tirkiyeyê."
 
Artêşa tirk di 9’ê Cotmehê de êrîşê Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Odeya Bazirganî ya bajarê Hesekê bi tevlîbûna rêveber û endamên saziyên civakî yên sivîl li Sûka El-Hal ya Bajêr daxuyanî da û kel û pelên Tirkiyeyê boykot kiri. Daxuyanî ji aliyê hevserokê Odeya Bazirganî a bajarê Hesekê Omer Ebdê ve hate xwendin.
 
Daxuyaniya hatî dayîn wiha ye: "Di 9’ê Cotmehê de dewleta tirk êrîşî herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê kir û heta vê kêliyê jî êrîşên ji aliyê dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê DAIŞ û El-Nusra li ser navçeya Til Temir dewam dike. Armanca ji van êrîşan guhertina demografiya herêmê ye û binpêkirina projeya Netewa Demokratîk a ku gelê herêmê hilbijartiye, li ser xwe avakiriye û bi rêvedibe.
 
Em wekî Odeya Bazirganiyê biryara boykotkirina kel û pelên Tirkiyeyê dikin û bang li tevahî gelan dikin ku kel û pelên Tirkiyeyê boykot bikin. Eger em boykot nekin, em ê piştgirî bidin aboriya Tirkiyeyê ya ku bi pereyên ku ji Rojava qezenc dike çekên giran dikire û pê zarok û gelê me yê Bakûr û Rojhilatê Sûriyê qetil dike. Em û gel bi yekîtiya xwe li hemberê boykotkirina kel û pelên Tirkiyeyê bi israrin. Em ê heta dawî li ber xwe bidin. Bijî berxwedana QSD’ê bijî yekîtiya gelan."
 
Di dawiya daxuyaniyê de kel û pelên tirkî ji aliyê Odeya Bazirganî bi dirûşmeya “Bijî Berxwedan” hatin şewitandin.