Qeyûm kurdî kir tirkî!

  • 12:50 16 Mijdar 2019
  • Rojane
Rojane...
 
 
ŞIRNEX - Qeyûmê tayînê Şaredariya Cizîrê hat kirin di sîteya înternetê ya nû kir de, navê kurdî yê bajêr kir tirkî. 
 
Wezîrê Karê Hûndir  di 29’ê cotmeha 2019’an de qeyûm tayînî Şaredariya Cizîrê ya Şirnexê ya dibin rêveberiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de kir. Piştî tayînkirina qeyûm sîteya înternetê ya fermî ya şaredariyê hat nûkirin. Qeyûm di sîteya nû ya înternetê de, li şûna “Şaredariya Cizîrê – Cizre Belediyesî” “Şaredariya Cizire” nivîsand. Qeyûm bi vî awayî li şûna tîpên “î” û “ê” yên bi kurdî, tîpên “i” û “e” yên tirkî guherandin.  Endamên Meclîsa HDP’ê yên Şaredariyê ev rewş piştras kirin. 
  
Her wiha di hin nûçeyên di sîteya înternetê cih digirin de, Qeymeqamê Navçeyê Davût Sînanoglû xwe weke “Serokê Şaredariya Cizîrê” nivîsandiye û xwe weke serokê hatiye hilbijartin îlan kiriye.