Mamosteya Kurdî bi tehdîda îdamê rû bi rû tê hiştin

  • 12:09 16 Mijdar 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Mamosteya Zimanê Kurdî Zahra Mohammadi li Bajarê Sanandajê yê Rojhilatê Kurdistanê ji ber ku bi zimanê Kurdî ders da bi tehdîda îdamê rû bi rû hat hiştin. Her wiha Komara Îslamî ya Îranê jina Kurd a aktivîst Serare Elugasi jî îdam kir.
 
Komara Îslamî ya Îranê Mamosteya Zimanê Kurdî Zahra Mohammadi li Bajarê Sanandajê yê Rojhilatê Kurdistanê ji 23'ê Gulana 2019'an heta niha bi hinceta "Propagandaya li dijî dewletê","Tevgera li dijî ewlehiya neteweyî" hatiye binçavkirin. Ribvar Manbari û Edris Manbari jî bi Zahra Mohammadi re hatibû binçavkirin lê ji ber ku wan kefalet dan hatin berdan. Zahra jî tevî ku kefalet da lê nehat berdan. Her wiha Komara Îslamî ya Îranê jina Kurd a aktivîst Serare Elugasi jî di 15'ê Mijdarê de saet di çar û nîvan de îdam kir.
 
Xwişka Zahra, Kani Mohammadi anî ziman ku xwişka wê Zahra nexweşiya wê ya rêvî hebûye lê ji ber ku hatiye girtin dermanên wê nayê dayin û ji ber ku şerdên girtîgê zor e, xwarinên wê gelekî xirab in loma Zahra di heman demê de bi nexweşiya mide ketiye û mideyê wê kul bûye.