10 ciwanên HDP'yî hatin girtin

  • 10:03 16 Mijdar 2019
  • Rojane
STENBOL - Ji endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê yên hatin binçavkirin 10 jê hatin girtin, 26 jê jî hatin berdan. 
 
Di 8'ê Mijdarê de 36 ciwanên HDP'î hatibûn binçavkirin. Ji ciwanên hatin binçavkirin 21 jê bi daxwaza girtinê û 14 jê jî bi daxwaza berdana şertê kontrolkirina edlî sewqî dadgehê hatin kirin. Dadgeha Cezayê Sulhê ya Stenbolê jî derbarê 10 ciwanan de biryara girtinê da. Ji ciwanan yek jê li dozgeriyê û 25 jî bi şertê kontrolkirina edlî hatin berdan. 
 
Navê ciwanên hatin girtin: “Nîhat Demîr, Merdal Bahadir,  Lîvan Orman, Metîn Yilmaz, Alaaddîn Adanir, Mûhammet Erkmen, Tuncay Dogdan, Gulîstan Yilmaz, Zehra Aslan û Yunus Altun.”