PEN a Kurd ji nivîskarên di zindanan de qert şand û panel li dar xist

  • 09:31 16 Mijdar 2019
  • Rojane
AMED - PEN a Kurd bi munasebeta 15'ê Mijdarê Roja Nivîskarên di zindanan de li Amedê qert ji bo nivîskarên di zindanan de, şand. Piştî şandina qertan ji aliyê PEN a Kurd ve panel ji bo nivîskarên di zindanan de hat lidarxistin. 
 
Do saet di 16:30'an de endam û rêveberên PEN a Kurd li Postaxaneya Semta Ofîsê ya Navçeya Yenîşeherê ya Amedê qert ji nivîskarên di zindanan de şandin. Endam û rêveberên PEN a Kurd anîn ziman ku ew hêvî dikin nivîskarên di zindanan de bigihêjin azadiya xwe û bi pênûsek azad siberoja wêjeya Kurdî ronî bikin. 
 
Her wiha piştî şandina qertan endam û rêveberên PEN a Kurd beşdarî panela ji bo nivîskarên di zindan de bûn. Panel li Şaxa Egitim Sen a Amedê hat lidarxistin. Dîlan Aydin, Fehmî Koç û Nezîr Çakan wekî panelîst beşdarî panelê bûn. Moderatortiya panelê jî Veysî Ulgen kir. Di panelê de peyama lixwedîdertina ji bo nivîskarên di zindanan de hat dayin. Her wiha peyama nivîskarên di zindana Mêrdînê de ku bi rêya Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê hatibû şandin, di panelê de hat xwendin. Di peyamê de hat gotin ku di hemû şoreşên cîhanê de rola hunerê û wêjeyê pir girîng e. Wêje gerdûnî ye û tu carî sînordar namîne ji ber temsîla nirxên mirovahiyê û hestên wan dike.