Jinên Hezexê: Tayînkirina qeyûman ne hiqûqî ye pêkanînek siyasî ye

  • 09:17 16 Mijdar 2019
  • Rojane

Rojda Aydın

ŞIRNEX - Jinên ku li Hezexê dijîn bertek nîşanê tayînkirina qeyûman dan û ev peyam dan: “Tayînkirina qeyûman jî ne hiqûqî ye pêkanînek siyasî ye. Em ê berxwedana xwe bidomînin.”
 
Şaredariya navçeya Hezexa Şirnexê ku di hilbijartinên herêmî de ji sedî 74 bi dengên HDP’yiyan hatibû bidestxistin di 13’ê Mijdarê de Wezareta Karên Hûndir qeyûm tayînê şaredariyê kir û Qeymeqamê navçeyê Zafer Sag wek qeyûm tayînê navçeyê hat kirin. Jinên Hezexê bertek nîşanê tayînkirina qeyûman dan û gotin ku dê berxwedana xwe bidomînin.
 
‘Me dengê xwe neda wan lê wan şaredarî ji destên me bi zorê girtin’
 
Jina bi navê Meliha Kar, bertek nîşanê tayînkirina qeyûm da û got ku ew qeyûm qebûl nakin û wiha got: “Ji ber ku di hilbijartinê de me dengê xwe neda wan me da partiya xwe. Divê em wek gelê Hezexê bertek nîşanê vê rewşê bidin. Em divê xwedî li vîna xwe û şaredariya xwe derbikevin. Me dengê xwe neda wan lê wan şaredarî ji destên me bi zorê girtin. Bi kîjan mafî û hiqûqê ji me digirin? Em dengê xwe didin partiya xwe lê em nadin kesên xerîb. Heta ku em sax bin em ê li ser vê doza xwe bin. Em ê tu carî li ber dijmij serî netewînin. Em kurd dixwazin ku bi awayekî azad û demokratîk bijîn. Axa me ya me ye, ji ber wê jî divê em xwedî li axa xwe derbikevin. Heta damleyek xwîna xwe em ê dev ji têkoşînê bernedin. Em ê tim bi partiya xwe re bin.”
 
‘Tayînkirina qeyûman jî ne hiqûqî ye pêkanînek siyasî ye’
 
Meliha axaftina xwe wiha domand: “Îktîdar zilmê li me kurdan dike û xeynî vê jî tu tiştî nake. Tayînkirina qeyûman jî ne hiqûqî ye pêkanînek siyasî ye. Em dixwazin ku li ser axa xwe bi awayekî azad bijîn. Ger careke din hilbijartin bê kirin em ê dengê xwe dîsa bidin xwe û partiya xwe.”
 
‘Wê çaxê çi wateya hilbijartinên ku tê kirin heye?’
 
Jina bi navê Gûlten Ort jî bi lêv kir ku bi tayînkirina qeyûman neheqî li gel kirine û wiha pêl da axaftina xwe: “Em kesên ku qebûl nakin em naxwazin li şaredariyê be û me bi rê ve bibe. Jixwe me serokên xwe yên şaredariyê hilbijarti bû. Em her çiqas hilbijêrin jî ew qayiman tayîn dikin û dest didin ser şaredariyê. Wê çaxê çi wateya hilbijartinên ku tê kirin heye? Em zext û zordariyê naxwazin. AKP bi tayînkirina van qeyûman careke din nîşan da ku me kurdan û vîna me qebûl nake. Lê em jî dibêjin em hene û em ê bêjin em hene. Em ê hebûna xwe kurdan bi wan bidin qebûlkirin. Ger careke din hilbijartin bê kirin em ê dengê xwe bidin HDP’ê. Em naxwazin ku AKP şaredariya me bi rê ve bibe.”
 
‘Wan dest dirêjî vîna gel kirin’
 
Rewşan Kok jî diyar kir ku şaredariya bi dengê xwe hilbijartine ji destên wan bi zorê hatiye girtin û got ew qeyûm qebûl nakin. Rewşan, da zanîn ku dijminatiya îktîdara AKP-MHP’ê ya li dijî kurdan qet xilas nabe û wiha got: “Bi zordariyan şaredariyê ji destên me girtin. Lê em jî vê dibêjin; hûn dibe ku şaredariyê bi zorê ji destên me bigirin lê hûn ne vîna me û ne jî serokên me nin. Me ji xwe serokên xwe diyar kiribû. Dibe ku we îro şaredariyên me ji destên me girtibin, lê berxwedana me xilas nebû. Em dibêjin em ê berxwedana xwe dewam bikin. Ew her çiqas şaredariyê ji me bistînin em ê ji şûnde dîsa ji wan bistînin. Em ê dîsa bersiva xwe nîşanê wan bidin. Ger dîsa hilbijartin bibe em ê dengê xwe bidin HDP’ê. Wan dest dirêjî vîna gel kir. Em qeyûm qebûl nakin. Em ê berxwedana xwe mezin bikin û em li ser şopa doza xwe ne.”
 
‘10 hilbijartinên dinê bibe jî em ê dengên xwe bidin HDP’ê’
 
Jina bi navê Ayşe Uzun jî ev tişt anî ziman: “Şaredariya me bi zorê girtin. Em vê yekê qebûl nakin. Wan îro ne bi tenê qeyûm tayînê şaredariyê kir, her wiha vîna me jî xesp kirin. Em ji ber qeyûm ne rehet in. Ew gelê kurd  û vîna me naxwazin û qebûl nakin.  Ji ber wê îro  bi awayekî hovane êrîşê kurdan dikin. Ger hilbijartin bibe dîsa em ê dengê xwe bidin HDP’ê. 10 hilbijartinên dinê bibe jî em ê dengên xwe bidin HDP’ê. Em AKP’ê qebûl nakin.”