Mizgîn Berekat: Em ê bi rihê yekîtiyê pilanên qirêj ên navneteweyî têk bibin

  • 09:14 16 Mijdar 2019
  • Rojane
Ronîda Hacî
 
HESEKÊ - Endama Partiya Pêşverû Mizgîn Berekat teqez kir ku yekîtiya Kurdan dê planên qirêj ên navneteweyî têk bibe û got: "Bi yekîtiyê îrade û hêz ava dibe."
 
Artêşa tirk û komên girêdayî wê di 9’ê cotmehê de êrîşî seranserî sînorê Rojava kir. Di encamê de bi hezaran jin û zarok hatin qetilkirin û koçberkirin. Têkildarî mijarê Endama Partiya Pêşverû Mizgîn Berekat ji ajansa me re axivî.
 
‘Êrîş qirkirina gelê Kurd esas digire’
 
Mizgînê diyar kir ku êrîşên dewleta tirk li ser Rojava bi armanca qirkirina Gelê Kurd e û wiha domand: "Dewleta tirk û hevkarê wê qirkirina gelê Kurd esas digire, ev êrîş bi armanca qikirinê ye, ew dixwazin kurdekî li vê cihanê nehêlin, ji ber ku Gelê Kurd daxwazê azadî û aştiyê ye."
 
'Yekîtiya Kurdan dê pilanên navneteweyî têk bibe'
 
Mizgînê di dewamiya axaftina xwe de bal kişand ser yekîtiya kurdan û wiha got: "Êrîşên ku li ser herêmê tê kirin, komployek navneteweyî ye. Bêdengiya dewletan vê yekê nîşan dide. Binpêkirina dewleta tirk ji agirbestê jî û bêdengiya dewletên navneteweyî nîşan dide ku destê wan di van êrîşan de heye. Li hember komployên ku li ser Gelê Kurd tê kirin pêwistî bi yekîtiya kurdan heye, bi yekîtiyê îrade û hêz ava dibe û pilanan têk dibe. Dewleta tirk a dagirker li dijî gelê herêmê çekên qedexekirî bi kar tîne, ev binpêkirina pîvanên mirovî ye."
 
'Hedefgirtina jinan hedefgirtina nirxên Şoreşa Rojava ye'
 
Mizgînê bal kişand ser berxwedana jinan di Şoreşa Rojava de û wiha dom kir: "Jin di şoreşa Rojava de pêşeng e. Ji bo avakirina jiyanek azad û rûmet di hemû qadên jiyanê de rolê xwe lîst, ji bo avakirina civakek xwedî ehlaq û polîtîk û parastina wê canê xwe feda kir. Di êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê de jin hat hedefgirtin. Hedefgirtina jinan hedefgirtina nirxê Şoreşa Rojava ye, ji ber ku nirxê şoreşê bi ked û berxwedana jinan hat bidestxistin."
 
‘Hedefgirtina jinan hovîtiya dewleta tirk û çeteyên wê nîşan da’
 
Mizgînê destnîşan kir ku hedefgirtina Şehîd Hevrîn hovîtî ye û wiha pê de çû: "Çeteyên DAIŞ’ê dema êrîşî Rojava kirin di destpêkê de jin hedef girtin û zarok qetil kirin. Mînaka wê jî Şengal bû. Niha dewleta tirk û çeteyên DAIŞ û El-Nusra siyaseta wekhev didin meşandin ev tê wateya ku DAIŞ û tirkiye yek in û siyaseta wekhev didin meşandin lê bi navên cuda."
 
Mizgînê di dawiya axftina xwe de bang li kurdan kir û got: "Bi rihê yekîtiyê em ê pilanên navneteweyî têk bikin. Bila hemû Kurd bên gel hevdu."