Melek Ehmed: Gelo heye ez careke din vegerim Serêkaniyê

  • 09:10 16 Mijdar 2019
  • Rojane
Necah Miîş-Xedîr Elebas
 
HESEKÊ - Ji ber êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên li ser Serêkaniyê, bi hezaran kes rastî koçberiyê hatin. Dayê Melek a li dibistanê Hesekê bi cih bûye, daxwaza vegera bajarê xwe kir û got: "Mal û milkê me çû û hatin koçberkirin. Lê tevî hemû zehmetiyan tenê dixwazim dîsa vegerim Serêkaniyê." 
 
Ji ber êrîşên dijwar ên 9'ê Cotmehê gelek welatî koçberî bajarê Hesekê bûn û gelek ji wan jî berê xwe dan Başûrê Kurdistanê. Xelkên Serêkaniyê piraniya wan li dibistanan bi cih dibin û li bendewariya vegera Serêkaniyê ne. Dayê Melek jî her çavê wê li deriyê dibistanê ye û dibêje: "Gelo heye ez careke din vegerim bajar û mala xwe, kengî ez ê dîsa bi cîranên xwe re rûnêm." Hesreta xwe ya vegera Serêkaniyê wiha bi me re parve kir.
 
'Ma ev çi hal e?'
 
Melek Ehemed diyar kir ku derketina wan ji malê ji neçarî bû û wiha pê de çû: "Min qet nedixwest ez ji mal û bajarê xwe derkevim. Lê ji ber ku balafir hawîrdora me topbaran kir em derketin. Zarokên me pir tirsiyane Heger dengekî hêdî jî bibihîzin dikin qêrîn û digirîn. Ma ev çi hale? Em dixwazin vegerin mala xwe." 
 
'Mala min talan û xera kirin'
 
Melek bal kişand ser bêdengiya dewletên navneteweyî û wiha dirêjî da axaftinên xwe: "Ger Emerîka piştgirî nedaba Erdogan, tu kes nedikarî derbasî xaka me bibe. Qaşo bi navê "Kaniya Aştiyê" wê bajarekî bi ewle ava bike, lê tişteki aştî me li dor wî nedît. Agahî ji me re hat ku çeteyên DAÎŞ'ê derbasî mala me bûye û hemû talan û xera kiriye. Dewlet tirk gelê Kurd qir dike." 
 
'Zarok bê xwendin û perwerde mane'
 
Dayê Melek da zanîn ku ew 8 kes di odeyekê de dimînin û wiha domand: "Ji neçarî em 8 kes di odeyekê de dimînin. Em ê hemû zehmetiyan tehemûl bikin, lê bila em vegerin bajarê xwe. Mayîna me di dibistanan de pir zora min dibe, ji ber ku ji ber vê yekê gelek zarok bê xwendin û perwerde mane."
 
'Çavê me li vegera Serêkaniyê ye'
 
Melekê di dawiya axaftina xwe de got: "Hêvî dikim tu kes berê xwe nede deverek din û ji welatê xwe derkevin. Ji ber ku tu welat weke Rojava xweş tune ye. Bila em di bin konan de jî bimînin û em ê hemû sermayê tehemûl bikin. Bila tenê em vegerin bajarê xwe. Her çavê me wê li vegera Serêkaniyê ye."