'Jin tu carî dev ji têkoşîna azadî û wekheviyê bernadin'

  • 09:06 16 Mijdar 2019
  • Rojane
Dîlan Babat 
 
ENQERE - Cigîra Serokê Giştî ya Partiya Kedê (EMEP) Şukran Dogan, bal kişand ser girtin û binçavkirina siyasetmedarên jin û got: "Îktîdar hewl dide ku di serî de jinê bêdeng bike, ji ber ku jin bêdeng bibe dê civak jî bêdeng bibe. Lê divê baş zanibin ku jin tu carî dev jî têkoşîn û berxwedana xwe bernadin û bêdeng nabin."
 
Li Wan û Enqereyê rojên borî di encama operasyonê de gelek siyasetmedarên jin bi hinceta xebatên Tevgera Jinên Azad (TJA) dimeşînin hatin binçavkirin. Li gel pêla binçavkirin û girtinê jî medyaya hikûmetê têkoşîn û xebatên jinan kir hedef. Cigîra Serokê Giştî ya Partiya Kedê (EMEP) Şukran Dogan, bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Şîdeta li Hemberî Jinê nêrînên xwe ji ajansa me re par vekirin. 
 
'Tiştên ku tên jiyîn ne tesaduf in'
 
Şukran, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser zêdebûna şîdeta li hemberî jinê û wiha got: "Şîdeta li hemberî jinê her ku diçe zêde dibe û destkeftiyên jinan jî tên xespkirin. Tiştên ku tên jiyîn ne teseduf in. Her wiha ji ber krîza aborî hejmara întîxarê her ku diçe zêde dibin. Li şûna ku li dijî întîxarê derkevin, li hemberî jin û jinên kurd zext û zordarî li pêş dixin. Dîsa piştî hilbijartinê pêvajoya qeyûmê dest pê kir. Gel dema borî li hemberî qeyûman helwesta xwe nîşan da bûn, lê îktîdar tehemûlê vîna gel nekir. Gelek sazî û dezgehên jinan hatin girtin, xebat hatin astengkirin û hevşaredar hatin girtin."
 
'Dixwazin têkoşîna jinê pasîfîze bikin'
 
Şukran, destnîşan kir ku qeyûm di serî de jin û xebatên jinê hedef girt û wiha axivî: "Dixwestin jinê bêdeng bikin û têkoşîna jinê rawestînin. Binçavkirinên demên dawiyê ji ber 25'ê Mijdarê pêk tên. Sazî û rêxistin dema 25'ê Mijdarê nêz dibe lêz didin xebatên xwe û naxwazin jin bi hêz bibin. Li welatê me her 3 jinan 2 jin bi howane tên kuştin. Dixwazin jin li hemberî vê yekî bêdeng bibin. Îktîdara ku dizane jin tu carî bêdeng nabe, dîsa jî hewl dide ku têkoşîna jinê pasîfîze bike."
 
'Bi lêgerîna tazî peyam didin...'
 
Şukran, diyar kir ku li Enqereyê jin hatin binçavkirin û medyaya hikûmetê jî dest bi reşkirina têkoşîna jinê kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Cihên ku polîtîkayên şer tê meşandin, li vir dixwazin gel teslîm bigirin û li vir polîtîkayên li dijî jinê dimeşînin. D i encama polîtîkayên şer de jin tên binçavkirin û di binçavkirinê de bi lêgerîna tazî re rû bi rû dimînin. Dixwazin bi vî rengî peyamek bidin civakê. Tenê tê armanckirin ku civakê biçewisînin. Îro mafê jinê ya nafakayê tê desteserkirin. Peymana Stenbolê dixwazin ji holê rakin û dixwazin têkoşîna jinê ji holê rakin."
 
'Dixwazin jinê bêdeng bikin'
 
Şukran, di axaftina xwe de bal kişand ser newekheviyê û wiha dom kir: "Îktîdar, di nava civakê de newekheviya mêr û jinê li pêş dixe. Îktîdar hewl dide ku di serî de jinê bêdeng bikin, ji ber ku jin bêdeng bibe dê civak jî bêdeng dibe. Hin caran bi rêya qanûnan, hin caran li kolanan bi şîdet, girtin û binçavkirinê dixwaze jinê bêdeng bikin. Lê divê baş zanîn ku li dijî polîtîkayên bi vî rengî jin tu carî dev jî têkoşîn û berxwedana xwe bernadin. Jin dê her tim li pêş, li qadan dê têkoşîna azadî û wekheviyê bidin meşandin."
 
Şukran, di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser bername û çalakiyên ku bi minasebeta di 25'ê Mijdarê de bê lidarxistin û banga tevlîbûnê kir û got: "Jin dê di 25'ê Mijdarê de li qadan bin."