Semîha Zehir: Dixwazin dawî li azadî û wekheviya li Rojava bînin

  • 09:03 16 Mijdar 2019
  • Rojane
 
 
Sorgul Şêxo
 
HESEKÊ - Jina Asûrî ya bi navê Semîha Zehir a ji gundê Til Kêfçî ye, tevî ku şer nêzî mala wê ye derneketiye û ber xwe dide. Semîhayê got: "Berxwedan û yekîtiya gelan pilanên dijmin têk dibin."
 
Dewleta tirk û hevkarên wê êrîşên xwe yên li dijî Rojava bi  taybet li Serêkaniyê, Til Temir û Girê Spî ranewestandiye û heta vê kêliyê jî bi dijwarî êrîşî gundên girêdayî Navçeya Til Temirê dike. Meclîsa Leşkerî ya Suryanî bersiv dide êrîşan û Berxwedana Rûmetê didome.
Gundê Til Kêfçî bi zimanê Aşûrî (Lêwin Nayê) ye ev gund jî nêzî gundê Um El-Kêf tenê bi çend metreyan e, bi sedan sivîlên Aşûrî, Kurd û Ereb lê dijîn û jiyana wan di xeteriyê de ye. Semîha bi eslê xwe ji Humisê ye, li Til Temirê zewiciye, niha jî li gundê xwe tevî hevserê xwe dijî li hember êrîşan li ber xwe dide.
 
'Erdogan dixwaze ferq û cudahiyê bixe navbera gelan'  
 
Semîhayê da zanîn ku  mala xwe bi kedê ava kiriye û zarokên xwe xwedî kiriye û ew ji tirkan re mala nahêle û wiha dom kir: "Ez ji Humisê me li Til Temirê zewicîme. Ev 59 sal in li gundê Til Kêfçî bi malbata xwe re dijîm. Me mala xwe bi kedê ava kir. Îro dewleta tirk bi çi mafî gundê gel dagir dike û malên wan talan dike? Di jiyana me ya di Rojava de wekhevî hebû. Wekhevî, edalet û azadî li vir heye. Erdogan dixwaze vê yekê bi dawî bike. Erdogan dixwaze ferq û cudahîyê bixe navbera gelan."
 
'Axa Rojava axa dapîr û bapîrên me ye, em ji çeteyan re nahêlin'
 
Semîhayê wiha pê de çû: "Herêma herî bi ewle Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, em li vir bi azadî dijîn. Em bi zimanê dayikê dixwînin û kevneşopiyên xwe didomînin. Îro çima dewleta tirk êrîşî me dike, ma em ê heta kengî ji ser axa xwe koçber bibin, çima nahêlin em bi aramî bijîn. Êdî bes e, na ji qetilkirin û tunebûna mirovan re. Em  dixwazin bijîn û ser axa xwe bimînin. Ev ax axadapîr û bapîrên me ye em ji çeteyan re nahêlin."
 
'Bi pilanê xwe yê qirêj nikarin yekîtiya me xera bikin'
 
Semîhayê teqez kir ku gelê Aşûrî, Ereb û Kurd yek in, bi êşa hev hîs dikin û wiha dirêjî da gotina xwe: "Gelê me yê ji Gundê Til Kêfê, rastî koçberiyê hatin me ew li gundê Aşûriyan bi cih kirin. Me xwarin da wan. Êşa Kurd û Ereban êşa me ye. Zarokên me bi hev re êrîşên DAIŞ'ê di Sibata 2015'an de şikandin û gelek gund  û gelên Aşûran ji komkujiyê mezin parastin. Tu kes nikare yekîtiya me bi pilanê xwe yê qirêj xirab bikin."
 
'DAIŞ û dewleta tirk yek in, bi nav û kincên cuda ne'
 
Semîhayê wiha dewam kir: "DAIŞ'ê gel serjê dikirin niha dewleta tirk jî heman tiştî dike, têkiliya dewleta tirk û çeteyên DAIŞ'ê yek hovitiyê didin meşandin, bi navê  kincên cuda. DAIŞ'ê bi pêşengtiya dewleta tirk li gelek deverên Sûriyeyê belav bûne û gel direvînin. Xeteriya DAIŞ'ê û dewleta tirk pir mezin û cidî ye. Pêwîst e ev terorîst ji axa me derkevin. Daxwaza van hêzan tenê dizî û dagirkerî ye."
 
'Me mala xwe ava kirin da ku em lê bijîn, ne bidin tirkan' 
 
Semîhayê bang li Civaka Navneteweyî û NY'ê kir  zextê li Tirkiyeyê bikin ku ji Sûriyeyê derkeve û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Bila dewleta tirk ji Sûriyeyê derkeve, ev yên ku welatê me talan û rûxandin e. Em heta mirinê dev ji xaka xwe bernadin. Me malê xwe ava kirine da ku em lê bijîn ne bidin tirkan. Ev ax axa me ye. Dixwazin dawî li azadî û wekheviya li Rojava bînin. Lê em ê destûrê nedin vê yekê."