Li Wanê jinan li dijî şîdetê panel li dar xist

  • 17:47 15 Mijdar 2019
  • Rojane
WAN - Bi minasebeta 25'ê Mijdarê li Wanê panelek hat lidarxistin û di panelê de hat diyar kirin ku îktîdar di serî de destkeftiyên jinan hedef girt û gotin: "Îktîdar tu carî azadiya jinê naxweze û ji jina azad ditirse."
 
Li Wanê ji hêla Tevgera Jinên Azad (TJA) bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Şîdeta Li Hemberî Jinê panelek li avahiya  Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) hat lidarxistin. Di panelê de pankarta 'Li dijî şîdeta mêr û dewletê em serî radikin' hat daliqandin. Moderatoruya panelê ji hêla aktîvîsta TJA'yê Zozan Bor ve hat kirin. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Edeneyê Tulay Hatîmogullari û aktîvîsta TJA'yê Fîgen Aras wekî panelîst tevlî panelê bûn. 
 
'Kirdeya şîdetê mêr bi xwe ye'
 
Tulay, di panelê de li ser "Şîdet û têgeha şîdetê" rawestiya û got: "Herî zêde jin bi şîdetê re rû bi rû dimînin. Îro li her derê cîhanê jin bi şîdeta cûr bi cûr re rû bi rû dimînin. Şîdet taybetiya pergala baviksalariyê ye. Mêr, kom, dezgehên baviksalarî û dewlet li hemberî bedena jinê û zayendiya jinê bi şîdetê dixwaze kontrol dike. Kirdeya şîdetê mêr bi xwe ye û dewlet jî bi xwe jî mêr e."
 
'Îktîdar destkeftiyên jinan kir hedef'
 
Tulay, diyar kir ku jin ji hêla heskirî, hevjîn, bav, bira, dewlet, medya, mal, kargeh, kolan û saziyên siyasî ve bi şîdetê re rû bi rû dimînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li gorî lêkolînê ji sedî 95 êrîşkar mêr in. Ji sedî 90 jin û zarok di nav malê de rastî şîdetê tên. Şîdeta li ser jinê tenê bi fîzîkî pêk nayê. Jin bi şîdeta zayendî, hestiyarî û aborî re rû bi rû dibin. Siyaseta partiya me li her qada jiyanê didomin. Ji hêla şaredariyên me ji bo jinan navendên piştevaniyê hatin vekirin. Ji bo jinan qadên civakî hatin avakirin. Li gorî hêza xwe qadên îstîhdamê afirandin. Lê îktîdara AKP'ê bi darbeya qeyûmê hemû destkeftiyên jinan kir hedef. Lê em jin tu carî li hemberî zext û zordariyê ji daxwaz û têkoşîna xwe bernadin."
 
'Îktîdar ji azadiya jinê ditirse'
 
Fîgen jî di panelê de bal kişand ser têkoşîna jinan a li dijî şîdetê û wiha got: "Di nav civakê de şîdet her ku diçe kûrtir dibe. Li hemberî keda jinê hurmet nayê nîşandan û keda jinê biçûk tê dîtin. Lê em Tevgera Jinên Kurd dikarin bi zelalî bibêjin ku zîhniyeta serdest a mêr û dewlet aşkerabûna heqîqeta jinê ditirse. Divê mirov bipirse heqîqet çî ye? Tenê ji bo kolekirina jinê şîdet pêk nayê. Ev pergala heyî azadbûna jinê ditirse, ji biryardayîna jinê ditirse û ji jina azad ditirse. Ji ber ku jina azad tu carî îktîdarê qebûl nakin. Em hem pirsa jiyana azad dê çawa bibe dipirsin û hem jî têkoşîna xwe ya azadiyê didin meşandin. Em ê li herêmê, li qada siyasetê û li her qada jiyanê têkoşîna xwe bê navber bidomînin. Ji ber vê sedemê divê em xwedî li nirxên 25'ê Mijdarê derkevin."