Dozger xwest rojnameger Melîke Aydin û Rûken Demîr bên girtin

  • 15:52 15 Mijdar 2019
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Nûçegihana me Melîke Aydin û nûçegîhana Ajansa Mezopotamya (MA) Rûken Demîr bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. 
 
Nûçegîhana me Melîke Aydin û nûçegihana Ajansa Mezopotamya (MA) Rûken Demîr di çarçoveya lêpirsînê ya Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê bi rêve bir de, di 12’ê Mijdarê de hatibûn binçavkirin. Piştî ku li Midûriyeta Polîsan lêpirsîna Rûken û Melîke bi dawî bûn sewqî Edliya Îzmîrê hatin kirin.
 
Dozgerê ku îfadeya Rûken û Melîke girt, bi daxwaza girtinê sewqî 1’emîn Dadgeha Cezayê Sûlhê ya Îzmîrê kirin.