TJA'yê ji jinên girtî re kart şand

  • 15:51 15 Mijdar 2019
  • Rojane
STENBOL - TJA'yê di çarçoveya Çalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Navneteweyî de ji jinên girîtî re kart şandin. 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya Çalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Navneteweyî de ji jinên girîtî re kart şandin.  Jinên ku li qada Şîrînevlerê ji bo kartan ji postexaneya Şîrînevlerê bişînin kom bûn, beriya çalakiya xwe li ber postexaneyê daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniya hat dayîn de dirûşmên, "Jin jiyan azadî" , "Mêr lêdide dewlet diparêze" hatin berzkirin. Li ser navê jinan ji aliyê Esîn Çelîk ve daxuyanî hat dayîn. 
 
'Dîwar nikarin me ji hev biqetînin'
 
Esîn di destpêka daxuyaniya xwe de diyar kir ku ew di çarçoveya çalakiyên xwe yên 25'ê Mijdarê de ji jinan re kartan dişînin û wiha berdewam kir: "Em bi kartên ku dişînin hezkirin û silavên xwe ji rêhevalên xwe re dişînin. Em bi van kartan di navebera xwe û girtîgehê de pirayekê ava dikin. Dîwarên we nikarin me ji hev biqetînin. Em bi rih û can bi hev re ne û li her cihê ku em lê ne têkoşîna me ya azadiyê berdewam dike."
 
'Em ê têkoşîna xwe mezin bikin'
 
Esîn diyar kir ku ew ê li dijî her cureyê tundiya mêr di 25'ê Mijdarê de têkoşîna xwe mezin bikin û wiha got: "Em li dijî kesên ku Peymana Stenbolê, mafê nafakayê, mafê hevserokatiyê û qanûna 6284'an binpê kirin û her cureyê tundiya li ser jinê ya pergala serdest di 25'ê Mijdarê de dengê xwe bilindtir bikin.  Em xwe birêxistin dikin û torên xwe yên piştevaniyê bi hêz dikin. Em di 25'ê Mijdarê de ji jinên girtî re kartan dişînin. Ji ber ku tindiya herî mezin a bi destê mêr li girtîgehan bêhtir tê jiyîn. Em dibêjin ku hevalên me yên êkoşînê ne bi tenê ne. Em ê destûrê nedin vê zilmê. "
 
Piştî daxuyaniyê jinan ji girtiyên jin re kart şandin.