Li Gundê Êrîşa yê Til Temirê 16 sîvîl hatin revandin
- 15:08 15 Mijdar 2019
- Rojane
HESEKÊ - Li Gundê Êrîşa yê navçeya Til Temirê ya Hesekê dewleta tirk û komên girêdayî wê ketin nava gund û 16 welatî revandin.
Li Gundê Êrîşa yê girêdayî navçeya Til Temirê ya Kantona Hesekê atrêşa tirk û komên wê duh ketin nava gund û 16 welatî revandin. Ji 16 welatiyên di navê de jin û keçên ciwan jî hene navê 10 kesan diyar bû.
Navê deh welatiyên diyar bûyî wiha ne; Îsmaîl Mihemed, Îbrahîm Mileqep, Îsmaîl El Hemo, Xidir El Elî Cemîl, Birtiqala Etia, Caziya Elezo, Zemo Eybiyo, Ebta Elbiyo, Xidir Cemo û Dalya Elezo ya 15 salî ne.