Ciwanên Efrîn û Şehbayê bi meşekê êrîş şermezarkirin

  • 14:58 15 Mijdar 2019
  • Rojane
 
ŞEHBA - Bi pêşengiya Tevgera Jinên Ciwan û zarokan, bi dirûşmeya "Berxwedana Rojava berxwedana mirovatiyê ye biparêze" meşek hat li navçeya Ehresê a Şehbayê hat lidarxistin.
 
Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger a Şehbayê û zarok bi dirûşmeya "Berxwedana Rojava berxwedana mirovatiyê ye biparêze" meşek li navçeya Ehres a Şehbayê hat lidarxistin û êrîşên dewleta tirk hat şermezarkirin. Bi dehan ji ciwanên Efrîn û Şehbayê tevlî meşê bûn. Meş ji destpêka navçeya Ehres heya qada navçeyê berdewam kir. Di meşê de wêneyên pakrewanên azadiyê, Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin hildan û ciwanan dirûşmeyên "Bijî berxwedana Rojava", "Bimire dagirkeriya dewleta tirk" û "Şehîd namirin" berz kirin. Daxuyanî bi zimanê Erebî û Kurdî hat dayîn. Daxuyaniya bi kurdî ji hêla Emîne Bekîr ve hat xwendin.
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Di despêkirina dagirkeriya Osmanî de yê ku di rûpelên dîroka wî de bi xwîna gelan hatiye nivîsandin, îro dîsa dom dike. Gelê kurd li dijî dagirkirin û qetilkirinê her tim li ber xwe da ye. Li Şengal, Kobanî û Efrîn niha jî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dehan sivîl di encama êrîşan de jiyana xwe ji destdan. 
 
Dewleta tirk bi navê 'Kaniyê Aştiyê' operasyon da destpêkirin û lê navê operasyonê 'kaniya xwînê' ye. Daxwaz dikin ku aştiya di nava gelan de pûç bikin. Em wekî Ciwanên Şoreşger hewl didin ku rêxistina civakê xurt bikin. Armanca me avakirina şerê Gelê Şoreşger e. Banga me hemû ciwanên şoreşger heye ku tevlî berxwedana rûmetê bibin. Em soz didin tola gelê xwe ya ku bi hezaran parçeyên kezeba xwe fedayî gelan kirine û gav bi gav li gel Hêza Sûriyeya Demokratîk de cih bigirin. Bibin mertalên zindî."
 
Daxuyanî bi dirûşmeya "Bijî Berxwedana Rûmetê" û "Bimire îxanet" bi dawî bû.