Li Şaredariya Şemraxê lêgerîn bi dawî bû

  • 13:30 15 Mijdar 2019
  • Rojane
MÊRDÎN - Piştî ku hevşaredarên Dêrikê, Stewrê û Şemrexê hatin binçavkirin, lêgerîna li şaredariyan ku hatibû destpêkirin bi dawî bû. Di lêgerîna ku li şaredariya Şemraxê hat kirin de hat diyarkirin ku polîsan hemû quflên deriyan guhertine. 
 
Piştî ku hevşaredarên sê şaredariyên navçeyên Mêrdînê yên Partiya Demokratîk a Gelan hatin binçavkirin, lêgerîna li şaredariyan hatibû destpêkirin bi dawî bû.  Di encama lêgerîna li şaredariya Dêrik, Sterwrê û Şemraxê de hat kiin aşkera bû ku li şaredariya Şemraxê di dema lêgerînê de qûflên hemû deriyan hatine guhertin. Herwiha li li şaredariya Dêrikê jî hat diyarkirin ku di dema lêgerînê de hemû qufil û mifteyên deriyan piştî lêgerîna hatiye kirin polîsan li gel xwe birine û li Sitwrê jî dorpêça şaredariyê berdewam dike. 
 
Hat îdakirin ku wê di demeke nêz de qeyûm tayînî şaredariyan bê kirin û hevşaredarên hatin binçavkirin jî hîna li Muduriyeta Emniyetê tên girtin.