Saziya jinan ku ji hêla qayûm ve hatibû girtin, ji nû ve hat vekirin

  • 09:17 15 Mijdar 2019
  • Rojane
MÊRDÎN - Piştî hilbijartinên heremî yên 31'ê Adarê ku dîsa şaredariyên hatibûn desteserkirin ji qayûman hat girtin, bi xebatên ku hatin meşandin re, projeya şaredariya Şemrexê ku navçeyê bike bajarekî jinan berdewam dike. Saziya jinê ku ji hêla qayûm ve hatibû girtin, ji nû ve hat vekirin. Jinên şaredariyê bi projeyên xwe yên vekirina koperatîfan, dîsa çalakiyên xwe berdewam dikin û armanc dikin ku ji bo jinan li navçeyê qadeke kar ava bikin.
 
Saziya Rewşan a Jinê ku di pêvajoya 2016' an ve qeyûm hatibû tayînkirin, bi hewildanê jinên şaredariyê ve dîsa hat vekirin. Di saziya nû ku bi navê saziya sarya a jinan hatiye vekirin, jin rojane tên gel hev û nîqaş dikin. Xebatkara beşa jinê ya şaredariyê, Safiye Kapçak, diyar kir ku projeyên wan ên ji bo jinê wê tenê ne wek sazî, ew ê di warê aborî de jî bi pêşengiya jinan pêş bixin.
 
‘Me saziya jinan ji nû ve ava kir ’
 
Safiye got: "Me xebatên jinan li Saziya Rewşan a ji aliyê qeyûm ve hatibû girtin, dimeşandin. Piştî ku qeyûm hat tayînkirin saziya me hat girtin. Bi tu awayî di vê saziyê de xebatek cuda nehatiye meşandin. Wê pêvajoyê gotin ku ew ê tabelaya me rakin û di bin navê pirtûkxaneyê de bi kar bînin. Lê di wê pêvajoyê de pirtûkek jî nehat vir. Hemû malên me ji saziyê derxistin û birine. Piştî hilbijartinên heremî yên 31'ê Adarê ku me şaredarî bi dest xist, me xwest ku em dîsa saziyê jî bi kar bînin û me dîsa sazî di bin navê saziya Jinan a Sarya çalak kir. Dema em nû hatin vir navê pirtûkxaneyê hebû, lê li her derê mişk û kêzik hebûn. Me bi hev re ev der paqij kir û me dîsa her tişt kir wek berê. Êdî em li vir bi jinan re tên gel hev.
 
'Em ê ji bo jinan qada kar ava bikin'
 
Safiye wiha bi dawî kir:"Me ji bo jinan li navçeyê dest bi seferberiya kar kirine û ji bo vê jî projeyên me yên cuda hene. Em guh didin pirsgirêk û tengahiyên jinan. Em bi wan re rasterast di nava tekiliyan de ne. Bi her awayî pirsgirêkên giran nê jinan hene. Bi taybet jî em dixwazin di warê aborî de alîkariya wan bikin. Di dema xebatên hilbijartinê de jî me ji wan re got ku, em ê ji bo jinan biçin koperatîfan. Bi pêşengtiya hevserokê xwe me di vê koperatîfê de bi jinan re gelek tişt kirin. Di wê pêvajoyê de jinan jî di warê aboriyê de hinekî hilma xwe sitendin. Di demên pêş de wê xebatên me yên curbecur hebin. Di her wateyê de, projeyên me yên mîna kargehên tirşî anjî kargehên ava firingiyan vekin hene. Em difikirin ku malên dirûtinê vekin. Armanca me ew e ku ji bo sedan jinên navçeyê cihê kar peyda bikin û bi wan re bibin alîkar."