Hemleya boykotkirina kel û pelên tirkiyeyê dewam dike
- 13:34 14 Mijdar 2019
- Rojane
HESEKÊ - Kongreya Star a Bajarê Hesekê bi Meclisa Hesekê re belavokên boykotkirina kel û pelên Tirkiyeyê li ser benda kontrolê belav kirin.
Hemleya boykotkirina kel û pelên tirkiyeyê li Hesekê didome. Îro Kongreya Star bi Meclisa Bajarê Hesekê re belavokên boykotkirina kel û pelên tirkiyeyê li ser benda kontrolê ya Hesekê belav kirin.
Rêveberiya Kongreya Star a Bajarê Hesekê Rîma Mehmûd teqez kir ku hemleya boykotkirina kel û pelên tirkiyeyê dewam dike û wiha axivî: "Pêwist e her kes berhemên tirkî bi kar nîne. Ji ber ku lîreyên ku ji van berheman derdixin dikin gule û êrîşî Rojava dikin. Kirîna berhemên tirkî alîkarî dide dewleta tirk ku zarok û jinên me qetil bike."
Rîmayê bang li tevahî gelên Rojava kir ku kel û pelên tirkî boykot bikin.
Hemle dê bi çalakiyên cur bi cur dewam bike.