Hemleya boykotkirina kel û pelên tirkiyeyê dewam dike 2019-11-14 13:34:55   HESEKÊ - Kongreya Star a Bajarê Hesekê bi  Meclisa Hesekê re belavokên boykotkirina kel û pelên Tirkiyeyê li ser benda kontrolê belav kirin.   Hemleya boykotkirina kel û pelên tirkiyeyê li Hesekê didome.  Îro Kongreya Star bi Meclisa Bajarê Hesekê re belavokên boykotkirina kel û pelên tirkiyeyê li ser benda kontrolê ya Hesekê belav kirin.   Rêveberiya Kongreya Star a Bajarê Hesekê Rîma Mehmûd teqez kir ku hemleya boykotkirina kel û pelên tirkiyeyê dewam dike û wiha axivî: "Pêwist e her kes berhemên tirkî bi kar nîne. Ji ber ku lîreyên ku ji van berheman derdixin dikin gule û êrîşî Rojava dikin. Kirîna berhemên tirkî alîkarî dide dewleta tirk ku zarok û jinên me qetil bike."   Rîmayê bang li tevahî gelên Rojava kir ku kel û pelên tirkî boykot bikin.   Hemle dê bi çalakiyên cur bi cur dewam bike.