Li ber Şaredariya Periyê çalakiya rûniştinê dest pê kir

  • 15:34 13 Mijdar 2019
  • Rojane
DERSIM - Li ber Şaredariya Periyê ku qeyûm tayînî wê hat kirin, çalakiya rûniştinê dest pê kir. 
 
Hevşaredarên BajAroka Periyê ya navçeya Mazgîrtê ya Dersimê Songul Dogan û Orhan Çelebî, bi fermana Wezareta Karên Hundirê ji peywirê hatin girtin û qeyûm tayînî şûna wan hat kirin.  Bi biryara tayînkirina qeyûm re leşkeran bi ser bînaya şaredariyê de girtin û dorpêç kirin. 
 
Parlamentera HDP'ê Dilşat Canbaz, Hevşaredar Songul Dogan û Orhan Çelebî, Hevserokê HDP'a Dersimê Hidir Çîçek, Endamê Meclisa Partiyê ya HDP'ê Ferhat Yildiz li ber şaredariyê hatin gel hev û leşkeran nehişt ku bikevin şaredariyê. Li ser vê yekê HDP'iyan bi leşkeran nîqaş kir û ragihandin ku têkildarî tayînkirina qeyûman ji wan re tu agahdarname nehatiye şandin. Leşkeran li ser pirsa sedema dorpêçê, bersiva "Em pêwistiyên fermanan pêk tînin" da HDP'iyan. 
 
Piştî daxuyaniyê hevşaredar û welatiyan li ber şaredariyê dest bi çalakiya rûniştinê kirin.