Li ber Şaredariya Periyê çalakiya rûniştinê dest pê kir 2019-11-13 15:34:01   DERSIM - Li ber Şaredariya Periyê ku qeyûm tayînî wê hat kirin, çalakiya rûniştinê dest pê kir.    Hevşaredarên BajAroka Periyê ya navçeya Mazgîrtê ya Dersimê Songul Dogan û Orhan Çelebî, bi fermana Wezareta Karên Hundirê ji peywirê hatin girtin û qeyûm tayînî şûna wan hat kirin.  Bi biryara tayînkirina qeyûm re leşkeran bi ser bînaya şaredariyê de girtin û dorpêç kirin.    Parlamentera HDP'ê Dilşat Canbaz, Hevşaredar Songul Dogan û Orhan Çelebî, Hevserokê HDP'a Dersimê Hidir Çîçek, Endamê Meclisa Partiyê ya HDP'ê Ferhat Yildiz li ber şaredariyê hatin gel hev û leşkeran nehişt ku bikevin şaredariyê. Li ser vê yekê HDP'iyan bi leşkeran nîqaş kir û ragihandin ku têkildarî tayînkirina qeyûman ji wan re tu agahdarname nehatiye şandin. Leşkeran li ser pirsa sedema dorpêçê, bersiva "Em pêwistiyên fermanan pêk tînin" da HDP'iyan.    Piştî daxuyaniyê hevşaredar û welatiyan li ber şaredariyê dest bi çalakiya rûniştinê kirin.