Qeyûm tayînî 4 şaredariyên HDP’ê kirin

  • 08:54 13 Mijdar 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Karê Hundir qeyûm tayînî 4 şaredariyên HDP’ê kir. Hejmara şaredariyên qeyûm hatine tayînkirin derket 20’an.
 
Bi biryara Wezareta Karê Hundirin, qeyûm tayînî şaredariyên HDP’ê yên navçeyên Yenîşehîr û Hezro yên Amedê, navçeya Hezexê ya Şirnexê û Bajaroka Perî ya girêdayî navçeya Mazgêrda Dêrsimê hat kirin.
 
Hevşaredarên Yenîşehîrê Belgîn Dîken û Mehmet Devîren ji peywîrê hatin girtin û Qeymeqamê Navçeyê Murat Beşîkçî wekî wekîlê şaredar hat wezîfedarkirin.
 
Hevşaredarên Hezroyê Ahmet Çevîk û Gulîstan Ektî jî ji peywîrê hatin girtin û Qeymeqamê Naveyê Alî Oner wek wekîlê şaredar hat wezîfedarkirin.
 
Li Hezexê jî gelek polîs serê sibê çûn mala hevşaredar Songul Erden û tebligata dûrxistinê dan hevşaredar. Lê hevşaredar Erden teblîgat îmze nekir.
 
Heta niha 3 jê şaredariyên bajarên mezin qeyûm tayînî 16 şaredariyên HDP’ê hatibû kirin. Bi tayînkirina qeyûmên îro re hejmara şaredariyên qeyûm hatine tayînkirin derket 20’an.