Qeyûm tayînî 4 şaredariyên HDP’ê kirin 2019-11-13 08:54:05   NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Karê Hundir qeyûm tayînî 4 şaredariyên HDP’ê kir. Hejmara şaredariyên qeyûm hatine tayînkirin derket 20’an.   Bi biryara Wezareta Karê Hundirin, qeyûm tayînî şaredariyên HDP’ê yên navçeyên Yenîşehîr û Hezro yên Amedê, navçeya Hezexê ya Şirnexê û Bajaroka Perî ya girêdayî navçeya Mazgêrda Dêrsimê hat kirin.   Hevşaredarên Yenîşehîrê Belgîn Dîken û Mehmet Devîren ji peywîrê hatin girtin û Qeymeqamê Navçeyê Murat Beşîkçî wekî wekîlê şaredar hat wezîfedarkirin.   Hevşaredarên Hezroyê Ahmet Çevîk û Gulîstan Ektî jî ji peywîrê hatin girtin û Qeymeqamê Naveyê Alî Oner wek wekîlê şaredar hat wezîfedarkirin.   Li Hezexê jî gelek polîs serê sibê çûn mala hevşaredar Songul Erden û tebligata dûrxistinê dan hevşaredar. Lê hevşaredar Erden teblîgat îmze nekir.   Heta niha 3 jê şaredariyên bajarên mezin qeyûm tayînî 16 şaredariyên HDP’ê hatibû kirin. Bi tayînkirina qeyûmên îro re hejmara şaredariyên qeyûm hatine tayînkirin derket 20’an.