Di encama êrîşa li Qamişloyê de Rojnameger Zozan jiyana xwe ji dest da

  • 09:29 12 Mijdar 2019
  • Rojane
QAMIŞLO - Do li Qamişloyê teqîn pêk hat û 6 kesî jiyana xwe ji dest dan. Di nava 6 kesên ku jiyana xwe ji dest dan de Endama Buroya Çapemeniyê ya Şaredariya Qamişloyê Zozan Ebdilqadir, xebatkarê Şaredariyê Medenîyê Mihemed û Endamê Komiteya Huner û Çandê ya Herêma Cizîrê Xalid Mihedmed jî hebûn. 
 
Do li Qamişloyê wesayetek bombebarkirî hat teqandin û di encama teqînê de 6 kesî jiyana xwe ji dest dan û tevî zarokan 47 sîvîl birîndar bûn. Di nava 6 kesên ku jiyana xwe ji dest dan de Endama Buroya Çapemeniyê ya Şaredariya Qamişloyê Zozan Ebdilqadir, xebatkarê Şaredariyê Medenîyê Mihemed û Endamê Komiteya Huner û Çandê ya Herêma Cizîrê Xalid Mihedmed jî hebûn.