Di encama êrîşa li Qamişloyê de Rojnameger Zozan jiyana xwe ji dest da 2019-11-12 09:29:03   QAMIŞLO - Do li Qamişloyê teqîn pêk hat û 6 kesî jiyana xwe ji dest dan. Di nava 6 kesên ku jiyana xwe ji dest dan de Endama Buroya Çapemeniyê ya Şaredariya Qamişloyê Zozan Ebdilqadir, xebatkarê Şaredariyê Medenîyê Mihemed û Endamê Komiteya Huner û Çandê ya Herêma Cizîrê Xalid Mihedmed jî hebûn.    Do li Qamişloyê wesayetek bombebarkirî hat teqandin û di encama teqînê de 6 kesî jiyana xwe ji dest dan û tevî zarokan 47 sîvîl birîndar bûn. Di nava 6 kesên ku jiyana xwe ji dest dan de Endama Buroya Çapemeniyê ya Şaredariya Qamişloyê Zozan Ebdilqadir, xebatkarê Şaredariyê Medenîyê Mihemed û Endamê Komiteya Huner û Çandê ya Herêma Cizîrê Xalid Mihedmed jî hebûn.