Şandeya Başûr serdana Kongreya Star kir

  • 12:02 11 Mijdar 2019
  • Rojane
HESEKÊ - Şandeya ku ji Başûrê Kurdistanê derbasî Rojavayê Kurdistanê bû, serdana Kongreya Star a Kantona Hesekê kir.
 
Ji Başûrê Kurdistanê şandeyek ku 21 kes tê de cih digirin û ji rêxistina mafê mirovan, saziyên jin û rêxistinên siyasî pêk dihat ji bo serdanê derbasî Rojavayê Kurdistanê bûn. Îro serdana navenda Kongreya Star a Kantona Hesekê kirin.
 
Rêveberiya Kongreya Star a Serêkaniyê Selwa Ehmed spasiya piştgiriya şandeyê kir û wiha got: “Yekîtiya jinan dê dagirkeriya dewleta tirk têk bibe. Em bi hev re asta têkoşînê mezin bikin û li dijî hovîtiya dewleta tirk û çeteyên DAIŞ û El-Nusra li berxwe bidin.”
 
Şande niha bi Kongreya Star a Kantona Hesekê civînê pêk tîn. Piştre dê daxuyanî were dayîn.