Şandeya Başûr serdana Kongreya Star kir 2019-11-11 12:02:07   HESEKÊ - Şandeya ku ji Başûrê Kurdistanê derbasî Rojavayê Kurdistanê bû, serdana Kongreya Star a Kantona Hesekê kir.   Ji Başûrê Kurdistanê şandeyek ku 21 kes tê de cih digirin û ji rêxistina mafê mirovan, saziyên jin û rêxistinên siyasî pêk dihat ji bo serdanê derbasî Rojavayê Kurdistanê bûn. Îro serdana navenda Kongreya Star a Kantona Hesekê kirin.   Rêveberiya Kongreya Star a Serêkaniyê Selwa Ehmed spasiya piştgiriya şandeyê kir û wiha got: “Yekîtiya jinan dê dagirkeriya dewleta tirk têk bibe. Em bi hev re asta têkoşînê mezin bikin û li dijî hovîtiya dewleta tirk û çeteyên DAIŞ û El-Nusra li berxwe bidin.”   Şande niha bi Kongreya Star a Kantona Hesekê civînê pêk tîn. Piştre dê daxuyanî were dayîn.