Li Wanê û Edeneyê qedexeya çalakiyan
- 10:08 9 Mijdar 2019
- Rojane
EDENE/WAN - Walîtiya Edeneyê bi armanca şermezarkirina êrîşên li dijî Rojava û tayînkirina qeyûman 15 rojan çalakî û şahî qedexe kir.
Her wiha Walîtiya Wanê jî carek din bi dema 15 rojan hemû çalakî û şahiyên li bajêr qedexe kir.
Walîtiya Edeneyê bi armanca şermezarkirina êrişên li dijî Rojava û şermezarkirina tayînkirina qeyûman carek din bi dema 15 rojan çalakî û şahî qedexe kir. Walîtiyê bi daxuyaniyek nivîskî ragihand ku her cûre çalakî hatine qedexekirin.
Li Wanê carek din çalakî û şahî hatin qedexekirin
Walîtiya Wanê carek din bi dema 15 rojan hemû çalakî û şahiyên li bajêr qedexe kir.
Li ser daxwaza Walîtiya Wanê bi dema 15 rojan her cure çalakî û şahî hat qedexekirin. Li Wanê ji 21’ê mijdara 2016’an de ve sepana qedexekirina çalakî û şahiyan didome. Bi vê qedexeyê re carek din biryara qedexeyê hat dirêjkirin.
Hezar û 84 roj in qedexe didome. Walîtiyê ragihand ku dê qedexe ji 10’ê mijdarê dest pê bike û heta 24’ê mijdarê bidome.