Li Wanê û Edeneyê qedexeya çalakiyan 2019-11-09 10:08:48   EDENE/WAN - Walîtiya Edeneyê bi armanca şermezarkirina êrîşên li dijî Rojava û tayînkirina qeyûman  15 rojan çalakî û şahî qedexe kir.  Her wiha Walîtiya Wanê jî carek din bi dema 15 rojan hemû çalakî û şahiyên li bajêr qedexe kir.    Walîtiya Edeneyê bi armanca şermezarkirina êrişên li dijî Rojava û şermezarkirina tayînkirina qeyûman carek din bi dema 15 rojan çalakî û şahî qedexe kir. Walîtiyê bi daxuyaniyek nivîskî ragihand ku her cûre çalakî hatine qedexekirin.    Li Wanê carek din çalakî û şahî hatin qedexekirin   Walîtiya Wanê carek din bi dema 15 rojan hemû çalakî û şahiyên li bajêr qedexe kir.    Li ser daxwaza Walîtiya Wanê bi dema 15 rojan her cure çalakî û şahî hat qedexekirin. Li Wanê ji 21’ê mijdara 2016’an de ve sepana qedexekirina çalakî û şahiyan didome. Bi vê qedexeyê re carek din biryara qedexeyê hat dirêjkirin.    Hezar û 84 roj in qedexe didome. Walîtiyê ragihand ku dê qedexe ji 10’ê mijdarê dest pê bike û heta 24’ê mijdarê bidome.