Li Fransayê êrîşên li dijî Rojva hatin şermezarkirin
- 09:59 9 Mijdar 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiyên Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropayê ku li dijî êrîşên dewleta tirk ên li ser Rojava didomîne, dewam dike.
Bi sedan Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Mancy, Montpellîer, Marsîlya û Lyon ên Fransayê daketin qadan û êrîşên dewleta tirk ên li ser Rojava şermezar kirin.
Di çalakiyan de bal hate kişandin ser êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê ya ên li ser Rojava û dîsa hate gotin: “Eger ku îro li Ewropayê qetlîam nayên kirin ev bi saya têkoşîna Kurdan a li dijî çeteyên DAÎŞ’ê bûye.