Li Fransayê êrîşên li dijî Rojva hatin şermezarkirin 2019-11-09 09:59:48   NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiyên Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropayê ku li dijî êrîşên dewleta tirk ên li ser Rojava didomîne, dewam dike.   Bi sedan Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Mancy, Montpellîer, Marsîlya û Lyon ên Fransayê daketin qadan û êrîşên dewleta tirk ên li ser Rojava şermezar kirin.   Di çalakiyan de bal hate kişandin ser êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê ya ên li ser Rojava û dîsa hate gotin: “Eger ku îro li Ewropayê qetlîam nayên kirin ev bi saya têkoşîna Kurdan a li dijî çeteyên DAÎŞ’ê bûye.