Cezayê girtîgehê li mêrê bi kuştin û tecawizî tehdîd kir, hat birîn
- 12:35 8 Mijdar 2019
- Rojane
HATAY - Mêrê bi navê Erdogan Kupeli ev 4 sal in li ser medyaya civakî bi awayekî sîstematîk tehdîta kuştin û tecawizê li Gulaya Mubarek dikir. Erdogan ji doza ku dihat darizdandin 8 sal û 3 meh cezayê girtîgehê girt.
Biryara doza ku di encama tehdîdên tecawiz û kuştinê yên mêrê bi navê Erdogan Kupeli li Gulaya Mubarek dikir bi encam bû. Di encamê de 8 sal 3 meh cezayê girtîgehê li Erdogan hat birîn.
Her wiha doza Erdogan a heqaretê jî ew ê îro li Edliyeya Hatayê bê dîtin.