Cezayê girtîgehê li mêrê bi kuştin û tecawizî tehdîd kir, hat birîn 2019-11-08 12:35:50   HATAY - Mêrê bi navê Erdogan Kupeli ev 4 sal in li ser medyaya civakî bi awayekî sîstematîk tehdîta kuştin û tecawizê li Gulaya Mubarek dikir. Erdogan ji doza ku dihat darizdandin 8 sal û 3 meh cezayê girtîgehê girt.    Biryara doza ku di encama tehdîdên tecawiz û kuştinê yên mêrê bi navê Erdogan Kupeli li Gulaya Mubarek dikir bi encam bû. Di encamê de 8 sal  3 meh cezayê girtîgehê li Erdogan hat birîn.    Her wiha doza Erdogan a heqaretê jî ew ê îro li Edliyeya Hatayê bê dîtin.