Li Enqereyê operasyon: Gelek jin hatin binçavkirin
- 09:40 6 Mijdar 2019
- Rojane
ENQERE - Di encama serdegirtana malan a hevdemî de tevî HDP'yan gelek kes hatin binçavkirin.
Di encama serdegirtana malan a hevdem ku li Enqere û Mêrsînê hat kirin de tevî HDP'yan gelek kes hatin binçavkirin. Her wiha gelek jin hatin binçavkirin û sedema binçavkirina jinan nehat hînbûn.
Kesên ku hatibûn binçavkirin û navên wan hatin hînbûn wiha ne:"Derya Bakir, Newroz Kirkaya, Meryem Kiraz, Hanim Binici, Sevgi Kişin Sazan, Zozan Yeliz Yildirim, Ayşe Merva Aytemur.”
Her wiha parêzeran diyar kirin ku dibe ku hejmara binçavkirinan zêde bibin.