Li Enqereyê operasyon: Gelek jin hatin binçavkirin 2019-11-06 09:40:13   ENQERE - Di encama serdegirtana malan a hevdemî de tevî HDP'yan gelek kes hatin binçavkirin.    Di encama serdegirtana malan a hevdem ku li Enqere û Mêrsînê hat kirin de tevî HDP'yan gelek kes hatin binçavkirin. Her wiha gelek jin hatin binçavkirin û sedema binçavkirina jinan nehat hînbûn.    Kesên ku hatibûn binçavkirin û navên wan hatin hînbûn wiha ne:"Derya Bakir, Newroz Kirkaya, Meryem Kiraz, Hanim Binici, Sevgi Kişin Sazan, Zozan Yeliz Yildirim, Ayşe Merva Aytemur.”   Her wiha parêzeran diyar kirin ku dibe ku hejmara binçavkirinan zêde bibin.