Endama Meclisa Şardariya Hênê Gulîstan Atag hat girtin
- 16:31 5 Mijdar 2019
- Rojane
AMED - Endama Meclîsa Şaredariya Hênê Gulîstan Atag, bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” hat girtin.
Emdama Meclîsa HDP’ê ya Şaredariya Navçeya Hênê Gulîstan Atag û endamên meclîsa şaredariyê yên berê A.T. û E.A. di 2’yê Mijdarê de li navçeya Licê ya Amedê hatin binçavkirin. Piştî lêpirsîna wan a li Qereqola Leşkerî ya Navçeyê bi dawî bû, sewkî dozgeriyê hatin kirin. Gulîstan bi daxwaza girtinê, A.T. û E.A jî, bi şertê kontrola edlî sewqî Dadgeha Cezayê Sûlhê hatin kirin.
Dadgehê bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” Gulîstan girt, A.T. û E.A. jî, bi şertê kontrola edlî serbest berdan.