Endama Meclisa Şardariya Hênê Gulîstan Atag hat girtin 2019-11-05 16:31:02   AMED - Endama Meclîsa Şaredariya Hênê Gulîstan Atag, bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” hat girtin.    Emdama Meclîsa HDP’ê ya Şaredariya Navçeya Hênê Gulîstan Atag û endamên meclîsa şaredariyê yên berê A.T. û E.A.  di 2’yê Mijdarê de li navçeya Licê ya Amedê hatin binçavkirin. Piştî lêpirsîna wan a li Qereqola Leşkerî ya Navçeyê bi dawî bû, sewkî dozgeriyê hatin kirin. Gulîstan bi daxwaza girtinê, A.T. û E.A jî, bi şertê kontrola edlî sewqî Dadgeha Cezayê Sûlhê hatin kirin.     Dadgehê bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” Gulîstan girt, A.T. û E.A. jî, bi şertê kontrola edlî serbest berdan.