Kongreya Star li dijî komîteya destûrê konê çalakiya nobetê veda
- 14:28 1 Cotmeh 2019
- Rojane
QAMIŞLO - Kongreya Star ya bajarê Qamişloyê ji bo şermezarkirina nevexwendina Rêveberiya Xweser ji destûra Sûriyeyê re konê çalakiya nobetê ya bi dirûşmeya "Destûra ku em têde beşdar nebin, em qebûl nakin" li pêşiya deriye Netewên yekbûyî li dar xistin.
Di 23'ê meha îlonê de sekreterê giştî yê netewên yekbûyî ragihand ku divê destûreke nû ji bo Sûriyeyê were çêkirin. Rêveberiya Xweser di nava destûrê Sûriyê de ne hatiye vexwendin. Bi armanca şermezarkirina nevexwendina Rêveberiya Xweser ji destûrê Sûriyê re, Kongreya Star ya bajarê Qamişloyê konê çalakiya nobetê li ber deriyê Netewên Yekbûyî veda.
Di nava konê çalakiyê de bi dehan jinên sazî û rêxistinên jin beşdar bûn. Konê çalakiyan bi wêneyên pakrewanan, wêneyên Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan û pankartên bi nivîsa " Destûra me hevpeymana civakî ye ku bi xwîna şehîdan hatiye nivîsandin " û "Em hevpeymana Lozana nû napejirînin" hatibû xemilandin. Vekirina konê çalakiyê bi deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê dest pê kir.
Paşê Endama Rêveberiya Kongreya Star ya Qamişloyê Şemsîxan Gulo axaftin kir û wiha got: "Di çareseriya pirsgirêka Sûriyeyê de em xwedî roleke girîng in. Destûrê ku were çêkirin jî em encamên wê nagirin. Ji bêyî hevpeymana Rêveberiya Xweser em napejirînin. Daxwaza me ji gelê me ku îrade û dengê xwe bikin yek û van helwestan qebûl nekin. Li ser axa me bi hezaran şehîd xwîna xwe rijandin û dikaribûn rûmeta gelê xwe biparêzin, em ê jî wek civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê nêrîna me yek be û destûrê em têde nebin em qebûl nakin."
Konê çalakiyê didome.